Li gorî merhaleye yekem a normalîzebûna jiyanê berber wê roja duşemê, yanî di 11ê gulanê de dest bi kar bikin. Li berberan beriya xizmetê, dezenfeksiyon tê kirin.
Li tevahiya Tirkiyeyê wê berber û kuafor roja Duşemê dest bi kar bikin.
Lê ji bo destpêkirinê hin şert û merc hene.
Ew jî paqijî û hîjyen e.
Li Mardînê tîmên şaredariyê li berberan digerin û wan dezenfekte dikin.
Tevdîrên paqijiyê wê di dema xizmetê de jî dewam bikin.
Li Vanê, beriya ku berber dest bi kar biki, ji aliyê şaredariyê ve tên agahdarkirin.
Bi taybetî alavên paqijiyê yên dema traşê divê tenê bi carekê werin bikaranîn.
Herwiha berber wê tenê karibin bi randevuyê bixebitin.