Şaredarıya Cizîrê, ji bo astengdar û nexweşên ku nikarin derkevin derve xizmeteke nû da destpêkirin. Welatî li şaredarıyê digerin, ew jî ji bo porbirîn an jî kurkirina rihan, berberan dişînin…
Li Cizîra Botan, xizmet tê ber lingê hewcedaran.
Berberên şaredariyê li ser daxwaza astengdar û nexweşan; diçin malan, porê wan dibirin, riha wan kur dikin.
Qeymeqamê Navçeyê Faik Arıcan got ”Bi tenê, li şaredariya me digerin û hema di cih de berberên me diçin ber lingên wan. Ji wan tu pereyan jî nastînin.”
Ji bo vê projeyê astengdar sipasiya rayedaran dikin.
Ji bo astengdaran, çûyîn û hatina derve gelekî zehmet e.
Bi vê projeyê Belediye barê wan sivik dike.