Berdevkê AK Partiyê Çelik bertek nîşanî rojnameya Yewnanistanê da

"Em îfadeyên bêbext û rûşe ên rojnemeyeke li Yewnanistanê ji bo Serokmar Recep Tayyîp Erdogan nivîsîn şermezar dikin."

Berdevkê AK Partiyê Çelik bertek nîşanî rojnameya Yewnanistanê da

Omer Çelîkê Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku îfadeyên rojnameyeke li Yewnanistanê ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nivîsîn şermezar dike û wiha got: "Li pişt van weşanên bêbext zimanê jehrî yê dijî Tirkiyeyê yê hin siyasetmedarên Yewnan heye. Ev îfadeyên bêbext ew ê li eniya wan siyasetmedaran bikeve."

Çelîk li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û got: 

"Em îfadeyên bêbext û rûşe ên rojnemeyeke li Yewnanistanê ji bo Serokmar Recep Tayyîp Erdogan nivîsîn şermezar dikin. Li pişt van weşanên bêbext zimanê jehrî yê dijî Tirkiyeyê yê hin siyasetmedarên Yewnan heye. Ev îfadeyên bêbext ew ê li eniya wan siyasetmedaran bikeve. Kesên li dijî Tirkiyeyê gotinên bêbext dibêjin radibin rêzê nîşanî kesên ku Yewnanistanê wekî mêtingeha firotina sîlahan dibînin didin. Ji cînartiya baş a Tirkiyeyê ra dijmintiyê dikin. Kesên miemeleya wekî mêtingehên berê yên li Afrîkayê tînin serê Yewnanistanê jî dost dibînin."

Çelîk got hin siyasetmedar û çapemeniya vî zamanî bi kar tînin welatê xwe zelîl nîşan didin, îfadeyên ji bo Serokomar Erdogan hatin gotin jî îadeyî siyasetmedarên Yewnan ên dijminê Tirkiyeyê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE