Berdevkê AK Partiyê Çelik derbarê civîna MYKê daxuyanî dan

Berdevk Çelik derbarê danezana amîralên malnişîn wiha got, "Pêdivê ji wanê ku demildest xwedî lê derketin bê pirsîn çima xwedî lê derketin, heke naverok û dema wê hatibe guhertin pêdivê ji wan bê pirsîn. Dema ji me bê pirsîn, ev tişt bi aqil nayê îzahkirin."

Berdevkê AK Partiyê Çelik derbarê civîna MYKê daxuyanî dan

 Berdevkê AK PartiOmer Çelik derbarê danezana amîralên malnişîn wiha got, "Pêdivê ji wanê ku demildest xwedî lê derketin bê pirsîn çima xwedî lê derketin, heke naverok û dema wê hatibe guhertin pêdivê ji wan bê pirsîn. Dema ji me bê pirsîn, ev tişt bi aqil nayê îzahkirin."

Çelik li Navenda Giştî ya AK Partiyê dema ku Civîna Lijneya Rêvebriya Navendî ya bi serektiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan birêve diçû civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevk Çelik derbarê danezana amîralên malnişîn wiha got, "Pêdivê ji wanê ku demildest xwedî lê derketin bê pirsîn çima xwedî lê derketin, heke naverok û dema wê hatibe guhertin pêdivê ji wan bê pirsîn. Dema ji me bê pirsîn, ev tişt bi aqil nayê îzahkirin."

Çelik bal kişand ser CHPê û wgot, "Ji bo helwesta xwe ya sernekeftî ya di warê danezana amîralên malnişîn binuximînin, bi berdewamî mijara 128 milyar dolaran davên holê. Bersiva herî baş wan ji parlementerên xwe sitendin."

Çelik ji bo îdiayên CHPê yên ji bo pasaportên xizmetê jî wiha got, "Wezareta me ya Navxweyî dê lêpirsîna vê mijarê bike, heke xete, şaşî û sûcek hebe dê neqlî darazê bibe."

Berdevkê AK Partiyê Çelik ji bo gotinên Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nîkos Dendîas got, "Bi aweyekî tundrewî û bê edebî Dewleta Komara Tirkiyeyê tometbar dike, ev dê weke nimûneyeke xirab têkeve dîroka dîplomasiyê."

Çelik anî ziman ku ew dixwazin bi Yewnanistanê re bi rêya diyalogê berdewam bin û got, "Em dibêjin ku em amade ne pêvajoya mizakereyê bi zimanekî aqîlane, bi têgehiştina dewleteke aqîlane û di nava rêzgirtina bi beramberî de van rêbazên mizakereyê biajon. Cara yekê ye ku me dît dema wezîrek behsa serweriya welatê xwe dike, ne behsa welatê xwe, behsa YEyê dike."

Berdevk Çelik bal kişand ser rewşa xirap a li dijî penaberan û got, "Yekeyên asayişa peravan a Yewnanistanê herwekî ku benzînê pêdakin, bişewitînin, hewl didin îmzayê biavêjin tevkujiyekê. Bin avkirina beleman, di nava 3 salan de, dafandina zêdetir ji 80 hezar penaberî ber bi peravên me ve, kirdarên hovane ne. Saziyên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê mixabin li hember vê bêdeng in. Nirxên wê yên weke demokrasî, mafê mirovan, têkiliyên navneteweyî, we li Deryaya Spî binav kirin. Wan rizagar bikin, piştre dest bi axaftina mijarên din bikin."

Omer Çelik ji bo girjiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de got "Em dixwazin ev girjî di çarçoveya koma sêalî ya Rûsya, Ukrayna û AGÎTê de bi rêya dîplomasiyê bê çareserkirin."

Berdevkê AK Partiyê Çelik dest nîşan kir ku bê guman ew alîgirên Filistînê ne û Ewê di parastina mafên Filistîniyan de û helwestgirtina di tiştên pêwîst ên di vî warî de berdewam bin.

Berdevk Çelik li ser xebatên ji bo Qanûna Esasî ya Nû wiha axivî:

"Emê weke AK Partiyê jî, weke Îtîfaqa Cumhûr bi hev re jî bixebitin. Hem ji AK Partiyê hem jî ji MHPê dê heyetên siyasî nîqaşa ji bo vê pêvajoyê bidomînin. Piştî ku me ew temam kir êdî emê bi partiyên din re jî biaxivin."

Omer Çelik anî zima ku di warê biryara Dadgeha Destûrê ya KKTCê ji bo qursên Quranê de, helbet ji bo Tirkiyeyê jî gavên ku biavêje hene û got, "Serokomar Tatar jî anî ziman ku pêdivê ev bê sererastkirin. Emê bi awayekî kordîne di şopandina vê pêvajoyê de berdewam bin. Emê demokrasiyê nekin qurbana cenabê konjektor û mewzuat efendî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE