Berdevkê AK Partiyê Çelik rojnamevan Hrant Dînk bibîr anî

"Hran Dînk li vî welatî hertim berevaniya biratiyê dikir, li hember yên ku dixwestin ji derve ve dijmindariyê têxin vî welatî li ber xwe da. "

Berdevkê AK Partiyê Çelik rojnamevan Hrant Dînk bibîr anî

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik rojnamevan Hrant Dînkê 19ê çileya 2007an li ber deriyê rojnameya Agosê ku avakar û Gerînendeyê wê yê Giştî bû, hat kuştin, bibîr anî.

Çelik di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê got, "Hran Dînk li vî welatî hertim berevaniya biratiyê dikir, li hember yên ku dixwestin ji derve ve dijmindariyê têxin vî welatî li ber xwe da. Di salvegera kuştina birayê me Hrant Dînk de em bi rêzdarî wî bibîr tînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE