Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji ber ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Hesekeya bajarê Sûriyeyê di mehekê da 2 hezar û 700 ciwan bi zorê çekdar kiriye, bertek nîşan da.
Kalin di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da destnîşan kir YPG/PKKya rêxistina terorê tenê li Hesekeyê di Adarê da 2 hezar û 700 ciwan recandiye û bi zorê çekdar kiriye û wiha got, "Êdî bes e ku Rojava li Sûriyeyê PKKyê îdealîze û romantîze dike. Alîgirên wê gelo dê tiştekî bibêjin? Îhtimaleke mezin wê dîsa derewan bikin.