Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di çarçoveya êrîşên Ermenistan dibe ser Azerbeycanê da ji bo serîlêdana îhtiyatê ya dijî welatê me biryar da û ev biryar ji bingeha hiqûqê dûr e."
Aksoyê Berdevk pirsa li ser biryara îhtiyatê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nivîskî bersivand. Aksoy wiha got: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di çarçoveya êrîşên Ermenistan dibe ser Azerbeycanê da ji bo serîlêdana îhtiyatê ya dijî welatê me biryar da û ev biryar ji bingeha hiqûqê dûr e."
Aksoy got Ermenistan ji bo îdiayên xwe yên bêbingeh qeyîn bike hin parvekirinên medyaya civakî û parçeyên medyayê pêşniyaz kir û DMMEyê qet nêrîna Tirkiyeyê nepirsî û biryareke wiha da bi vê biryar derbeyeke mezin li îtibara xwe xist.
Aksoy wiha pê da çû: "DMME bangî aliyên dikevin pevçûnan dike û di vê çarçoveyê da bangî Tirkiyeyê jî dike, ev jî nîşan dide ku DMME ji hiqûqê dûr dikeve bi sedemên siyasî va tev digere û ji rastiyên qadê jî dûr e. Mixabin DMME ji hin aliyên hewl didin hiqûqê suîstimal bikin ra bûye navbeynkar û gotin anîye ser îtibara 70 sal e di qada mafên mirovan da bi dest xistibû."
AA