Serokê Kar û Barên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş diyar kir ku sedeqeya fitreya remezanê 23 Lireyê Tirk e.
Erbaş li Uskudarê di Navenda Lêkolînên Îslamê da li ser "Remezan û Înfaqê" der heqê remezana 2019an da agahî dan.
Erbaş diyar kir ku remezan demsala xêr û bereketê ye û wiha dewam kir, "Welatiyên me dikarin di meha remezanê da zikat, fitre, fîdye, sedeqe, pakêtên xidayê û cil û bergên eydê ser navnîşana 'www.tdv.org û bagis.tdv.org'ê wek online bidin. Sedeqeya fitreya remezanê jî 23 Lireyê Tirk e."
AA