"Berdêla êrîşên li Îdlibê wê pir û pir giran bidin"

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Xelatdayînê ya Xezîneyên Zindî da axivî û ragihand sibê piştî civîna Koma AK Partiyê dê gavên piştî êrîşa Îdlibê bên avêtin eşkere bikin.

"Berdêla êrîşên li Îdlibê wê pir û pir giran bidin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ew çiqas êrîşî Mehmedcîkên me bikin wê berdêla wê pir û pir giran bidin." 

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di Merasima Xelatdayînê ya Xezîneyên Zindî da axivî û ragihand sibê piştî civîna Koma AK Partiyê dê gavên piştî êrîşa Îdlibê bên avêtin eşkere bikin.

Serokomar Erdogan der barê êrîşên rejima Sûriyeyê yên li Îdlibê yên dijî eskerên Turkiyeyê da got ku ew çiqas êrîşî Mehmedcîkên me bikin wê berdêla wê pir û pir giran bidin.

Erdogan diyar kir bersivên ku hewce dikirin bi her awayî dane terefê Sûriyeyê û wiha got: "Bi taybetî li Îdlibê bi mislê wê belaya xwe dîtin. Lê têrê nake, wê hê jî dewam bike."

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha peyivî: "Di salên yek partiyî da ew nêrîna ku jiyana me ya çandî wek dîl girt hemû nirxên me yên kevnare bi fikra derserdemê va mohr kir û ji bo li ser vê axê biqewirînin serî li her rêyê dan. Ev faşîzma çandî ya ku nirxên miletê, kêf û çanda miletê wek nîşaneya paşvemayînê hesibandin derbeya herî mezin li çand û hunera Turkiyeyê xistin."

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE