Li Mûşa ku deşt û bestên wê û her wiha zeviyên wê yên çandiniyê zêde ne, îsal tê pêşbînîkirin ku 375 ton genim were dirûn.
Cotkarên ku li Deşta Mûşê li ser milyonek û 250 hezar dekar erdî, genim ajotin û bi dema hatina wext re dest bi dirûna zeviyan kirin.
Genimên ku bi makîneyên mezin ên dirûnê va tên dirûn, bo depoyan tên veguhestin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Gun ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wan projeya "Rakirina Zeviyên Neajotî û Danîna Genim" cîbicî kir û di vê çarçoveyê da wan bi sedî 75 hîbeyî va 278 ton tovê genimê havînê da 350 cotkarî.
Gun bal kişand ku bi vî tovî va 12 hezar û 636 dekar erd hat ajotin û li gorî salên ber ew li bendê ne ku ber û berhemdariya îsal zêdetir be.
Gun diyar kir ku par ji milyonek û 242 hezar û 500 dekar erdî 199 hezar û 500 ton genim hat û wiha dewam kir:
"Îsal li parêzgeha me bi qasî milyonek û 250 hezar dekarî erd me kir genim. Em îsal ji ber şertên guncav pêşbînî dikin ku derdora 375 tonî genim dê were hildan ku dahata wê jî dê 2 milyar û 650 milyon lire be."
Her wisa dirûna zeviyên mezin ên genim bi droneê hat kişandin.AA