Bereketa tovên xwemalî

Cotkaran, ji sedî 75 hîbe stand û tovên xwemalî reşandin

Bereketa tovên xwemalî

Cotkarên Muşî cara ewil tovên xwemalî reşandin zeviyên xwe. Ew tov hêdî hêdî şîn dibin û cotkar ji piştgiriya wezareta çandinî û daristanê gelek razî ne.

Wezareta Çandinî û Daristanê li 21 bajaran projeya tovê xwemalî da destpêkirin.

Di vê çarçoveya de 2 hezar û 200 ton tovê genim û ceh û 30 ton jî tovê xwemalî yê fasuliyan da cotkaran.

Li Deşta Muşê û li Malazgîrtê jî cotkaran ji wezaretê ji sedî 75 hîbe stand û tovên xwe reşandin.

Ew tov niha hêdî hêdî şîn dibin.

Cotkar li bendê ne ku tovên wan ên xwemalî mehsûl bidin.

Cotkar ji alîkariya wezaretê gelek kêfxweş in û dibêjin “em dixwazin alîkarî dewam bikin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE