Berf û bagerê rêya 465 cî û waran girt

Berf û bagerê li Van, Bitlis û Hakkariyê rêya 465 cih û waran girt.

Berf û bagerê rêya 465 cî û waran girt

Di daxuyaniya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat gotin ku li navçeyên Gürpınar, Miks, Çatak, Seray, Başkale û Gewaşê ji ber berfa ku duh barî rêya 131 cih û waran hat girtin.

Hat destnîşankirin ku ekîbên şaredariyê yên rêvekirinê ji bo rêyan vekin hewl û xebatên xwe didomînin.

-Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bitlisê Umît Kurtkan daxuyanî da û got ku ji ber berf û bagerê rêya 75 gundan hat girtin.

Kurtkan destnîşan kir ku ekîbên berfa ser rêyan paqij dikin ji bo vekirina rêyên gundan li ser kar in û dixebitin.

- Hakkari

Navenda Hekariyê û li navçeyên Yuksekova, Çukurca, Şemdinli û Derecikê berf, bager û şepeyê rêya 259 gund û mezreyan girt.

Berfê rêya Hakkari û Şırnakê jî girt.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Muş 

Li Muşê piştî barîna berfê sir û serma zêde bû û mij çêbû.

Li ser rêya Muş û Bitlisê mij çêbû û wesayît hêdî çûn.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rê fireh dikin.

- Qeşa, cemed û mij tê payîn

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrayî ye û bi navber berf tê payîn.

Serê sibê û bişev jî qeşa, cemed û mij tê payîn.

Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Vanê 3, di binê sifrê da li Bitlis û Muşê 3, Hakkariyê 2 pile tê payîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE