Berf û bagerê rêya 93 niştewarên Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê girt

Berf û bagerê rêya 93 niştewarên Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê girt

 Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariberf û bagerê rêya 93 niştewaran girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li Başkaleyê rêya taxekê, li Gürpınarê rêya 9 taxan girt.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Şaredariyên navçeyan jî piştî ku berf barî, berfa rê û peyarêyan avêtin û xoyê reşandin.

- Muş

Li Muşê berfê rêya 64 gundan girt.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyand, li Muş û navçeyên wê 3 roj in berf dibare.

Yentur daxuyand ku berfê rêya 19 gundên ser navendê, 33 gundên Gimgimê, 7 gundên Kopê, gundekî Hakoyê û 4 gundên Korkutê girt, ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Yentur diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin, rê wê di demeke herî kin da werin vekirin.

Berfê gundên çiyayî xemiland û dîmenên xweş derketin holê.

Berf û bagerê li Bitlisê jî rêya 15 gundan, li Hakkariyê rêya 4 gundan girt.

Ekîbên îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin, ekîbên şaredariyê jî berfa nav bajêr davêjin û xoyê direşînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE