Berf û bagerê rêya gelek gundan girt

Li Ardahan, Kars, Erzincan, Ağrı Tunceliya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê rêya 255 gund û taxan ji ber berfê hat girtin...

Berf û bagerê rêya gelek gundan girt

Li Ardahan, Kars, Erzincan, Ağrı Tunceliya bajan Herêma Rojhilatê Anadoluyê rêya 255 gund û taxan ji ber berfê hat girtin...

Ji ber berf û bagerê rêya 18 gundên Erdexanê, 36 gundên Qersê, 140 gundên Erzincanê, 12 gundên Agiriyê û 49 gundên Tûnceliyê hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ya Erdexanê ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatan kir. Rayedaran diyar kirin ku li herêma rêya Erdexan-Şawşatê û Erdexan-Posofê barîna berfê dewam dike û hişyarî dan ajokaran ku bira baldar bin.

Li Qersê jî ekîb ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Li Erzincanê ji êvarê vir da berf û bager dewam dike û rêya 140 gundî hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bi 10 ekîb, 5 kirêder, 2 kamyon, 3 kepçe û makîneyên berfê xebatên xwe didomînin.

Li Agiriyê jî ekîbên  Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin. Berfa li bajêr û navçeyan dibare ji bo welatiyan dibe sedema tengasiyan. Welatî şebeqê rabûn û xemla sipî ya li erdê dîtin. Ji ber berfê û sermayê wesayîtên di rê da şiqitîn û welatî di tengasiyê da man.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira bêy tevdîr dernekevin rê û baldar bin.

Li Gidukê Tendurekê wesayîtên aêmayî hatin xilaskirin

Wekî mayîn Li Gidukê Tendurekê yê di navbera Bazîda navçeya Agiriyê û Çaldirana navçeya Wanê da duh êvarê wesayît asê man, ekîbên Midûriyeta Herêma 11î ya Rêbejayê kesên di rê da mabûn xilas kirin.

Li Xozat, Pulumur û Nazimiyeya navçeya Tûnceliyê ji duh sibê vir da berfa dibare û rêya hin gundên li ciyên blilind hat girtin Sekreteriya GIştî ya  Îdareya Taybet a Bajêr ya Tûnceliyê ji bo rêyên girtî vekin xebatên xwe didomînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE