Berf û barana îsal cotkar hêvîdar kirin

Îsal gelek berf barî û tê payîn ku bereketa axê wê zêde be.

Berf û barana îsal cotkar hêvîdar kirin

Li Mûşê par baran tune bû û hişkesalî gelek bû. Berên cotkaran ji sedî 70 kêm bûbûn. Lê îsal berf gelek barî û tê payîn ku ax bibereket be. Îsal li gorî sala din 2 qat û nîv berf barî.

Li gorî par, îsal gelek berf barî û cotkar bi vê yekê hêvîdar bûn.

Berfa îsal 2 qat û nîvê ya par e.

Li deşta Mûşê jî gelek barî. Cotkar gelek kêfxweş bûn û hêvî dikin ku bereketa axê zêde be.

Lê ew dixwazin ku baran jî bêhtir bibare.

Îsal çem jî bes bilind bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE