Berf bi kêrî masiyan hat

Bi saya berfa zêde wê mîkrobiyalîtên Behra Wanê bigihîjin avê...

Berf bi kêrî masiyan hat

Behra Wanê par havînê ji ber germê gelek vekişiyabû û mîkrobiyalîtên ku ji bo masiyan gelek girîng in li derve mabûn. Lêkolîner niha dibêjin wê berfa îsal asta behrê zêde bike.

Li Behra Wanê havînê av vekişiyabûn û gelek der ziwa bûbûn.

Gelek mîkrobiyalît jî li derve mabûn.

Mîkrobiyalît bi mîneralên ku di xwe de dihewînin ji bo masiyan gelek girîng in.

Berfa îsal wê dîsa avê bigihîjîne mîkrobiyalîtan.

Pispor dibêjin piştî ku berf heliya wê ava behra Wanê zêde bibe.

Ev tişt wê herî zêde bi kêrî masiyên behra Wanê bên.

Ji zanîngeha Wanê gelek lêkolîner li herêmê lêkolînan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE