Li Gevera Colemêrgê berf heliya û her der di bin avê de ma. Li hin gundan av rabû û bênder bûn gol. Li ser riya colemêrg û geverê jî ji ber barana gij hezaz çêbû.
Berfa li çiyayên Gevera Colemêrgê heliya li hin ciyan zehmetî çêbû.
Bi taybetî li deverên li ber çem û robaran talûkeyeke mezin qewimî.
Çemê Nehîlê ku milek ji Ava Zapê ye jî rabû.
Ava çem di ser de çû û her der di bin avê de ma.
Li gundê Köprücükê ava berfa heliya da ser malan..
Rê û bêndera gund bû gol, 10 mal hatin valakirin.
Hin gundî ji ber avê nikarin biçin mala xwe.
Metirsiya herî zêde a gundiyan jî zarokên wan in.
Ev dîmen jî ji riya Colemerg û Geverê ne.
Li herêmê ewil baran barî paşê jî berf.
Ji ber şiliyê hezaz çêbû rê xirabû û çûyîn û hatin 3 seat sekinî.
Ekîban bi xebateke xurt riya girtî vekir.