Li Wanê bi helîna berfê ra ava Şelaleya Muradiyeyê zêde bû û van rojana gujeguja şelaleyê ye.
Şelaleya Muradiyeyê li bajêr ji xweşikahiyên siruştî yek e û li her heyama salê da xweşikahiya wê cuda ye û bala ziyaretvanan dikişîne.
Piştî ku hewa germ bû û berf heliya, ava şelaleyê gur bû. Kesên ku dixwazin wextê xwe di nava siruştê da derbas bikin û turîst berê xwe didin şelaleyê.
Ava şelaleyê bi helîna berfê û barîna baranê ra zêde bû û rengê wê guherî. Kesên ku şelaleyê ziyaret dikin, li ber şelaleyê wêneyan dikişînin.
Ji ziyaretvanan Ceylan Serbestê diyar kir ku Şelaleya Muradiyeyê li Wanê di nav cihên herî xweş da yek e ku meriv lê bigere, divê her kes vê derê bibîne.
Seda Yuksekkaya jî seba betlaneya navberê ji Hekariyê hat bajêr û wiha got, "Em hatin Şelaleya Muradiyeyê. Me pir eciband. Siruşta wê xweş e."AA