Li Qersê berf û pûkê dest pê kir. Ji ber vê jî riyên dîgorê hatin girtin. Ekîbên Îdareya Taybet welatiyên nexweş rakirin nexweşxaneyan.
Êvarê berf û pêkê dest pê kir.
Ji ber vê jî li Dîgorê riyên gelek gundan hatin girtin. Li hin deveran jî wesayîd di riyan de asê man.
Welatî di wesdayîdên xwe de, li hêviya xilaskirinê bûn.
Li aliyê din zarokekî 2 salî nexweş ketibû lê ji ber girtîbûna rê mezinan nikaribû wî bibe nexweşxaneyê. Ekîba Îdareya Taybet ew gihand dixtor.
Zarokê biçûk li Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê hat tedawîkirin.