Her çiqas li bajarên rojava hewa nerm bibe jî, li herêma Serhedê hêj berf dibare. Li Tozana Iğdırê jı bo rojekê dibistan ketin betlaneyê. Riya Iğdır û Ağrıyê jî ji ber berfê hat girtin.
Li serhedê sir û serma, berf û pûk dewam dike.
Li navenda Îdirê piştî nîvro berfê dest pê kir û her der spî bû.
Herî zêde jî li navçeya Tozanê berf barî.
Ji bo ku xwendekar zehmetiyê nekşînin, Midûriyeta Perwerdeyê rojekê navber da dibistanan.
Riya Iğdır û Ağrıyê jî ji ber berfa zêde hat girtin.
Wesaît di rê de man, bi metroyan dor çêbû.
Piştî xebata Midûriyeta Giştî ya Riyan rê vebûn; TIR û kamyonên ku bi seatan li wir asê mabûn dîsa ketin rê.