Berfê rêya 82 tax û gundan girt

Li Wan û Bidlîsê berf û bagerê rêya 82 tax û gundan hat girtin

Berfê rêya 82 tax û gundan girt

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Baja Mezin a Wanê hat dayîn, li navçeyên Başkale û Gurpinarê berfê rêya 2 taxan girt. Ekîbên şaredariyê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan daxuyanî da û got ku ji ber berfa ku barî rêya 80 gundî hat girtin. Kurtkan diyar kir ku ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.

Ekîbên şaredarî û rêbejan ji bo ku şofêr tengasiyê nekşînin berfa rêyan davêjin, esnafan jî berfa ber kargeha xwe avêt.

Şêniyên Guroymak û Xelata navçeyên Bidlîsê jî serê sibê bi berfê şiyar bûn.

Li Hekariyê jî navenda bajêr, Yuksekova û Çukurcayê barana gur barî û paşê veguherî berfê. Ekîbên şaredariyê ji bo ku welatî tengasiyê nekşînin, berfê davêjin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û pirewrayî be, bi navber baran û şilope, li deverên bilind berf wê bibare.

Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Wanê 3, li Mûşê 2, li Hekariyê di binê sifrê da 2 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Mûşê 10, li Hekariyê 8, li Wanê 6, li Bidlîsê 4 pile tê payîn.

AA

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Nîsan 2019, 12:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE