Otorêya Anadoluyê ya navbera Enqere, Bolu û Stenbolê li texma Çamlidere û Kizilcahamamê ji ber berf û bagerê 3 saet girtî ma.
Li gor agahiyên hatin ragihandin, ji êvarê pê va Otorêya Anadoluyê navbera Enqere û Boluyê berf û bagerê çûyîn û hatina şofêran kir tengasiyê.
Ji ber berfa ku bi şev zêde barî li texma Çamlidere û Kizilcahamamê gelek tir û texsî şiqitîn û ji rê derketin, paşê ji herdu aliyan va trafîk bi temamî sekinî.
Bi taybetî li texma Cankurtaranê piştî bagera berfê li ser rê bi kîlomêtreyan dora wesayîtan çêbû.
Şofêr û rêwî bi saetan di wesayîtên xwe da mehsûr man, ekîbên Rêbejê ji bo vekirina rê gelek hewl dan.
Piştî xebata nêzî 3 saetan herdu aliyan va jî rê hatin vekirin.
Ekîbên Midûrdiya Herêma 4em a Rêbejan ji bo xelaskirina tir û wesayîtên ku şiqitîn û rê derketin xebatên xwe didomînin.
Di vê navberê da hat gotin ku demeke dirêj destûr wê neyê dayîn ku wesayîtên mezin ji gîşeyên Enqere û Boluyê ra derbas bibin.