Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa bi şev lê kir navçe çîl û spî kir.
Li navçeyê barana ber bi êvarê lê kir û piştî demeke din cihê xwe ji berfê ra hişt. Kulîlk, dar, ber û daristanên li navçeyê di nav berfê da man.
Berfa li gundê Handereyê bariya ji rojên zivistanê kêm nema û pezên li derva diçêriyan bi zorê anîn nava gund.
Ji welatiyan Firat Aktaş got ku berfa di vê meha gulanê da barî ew şaş û metel hiştin û wiha domand: "Ji ber vê berfê wê niha hemû heywan di axuran da bin. Tiştekî wiha me nedîtiye."