Berhemên di kolanan da tên dîtin tên qeydkirin

Kevirên di kolanên li Aniyê da hatin dîtin ên ku teswîrên şêran li ser wan in ji ziyaretê ra vebûn.

Berhemên di kolanan da tên dîtin tên qeydkirin

Li gundê Ocakliyê yê Qersê kevirên teswîrên şêran li ser ên kevnar ku di kolanên li Şûnwarê Qedîm Aniyê da hatin dîtin ji ziyaretê turîstên xwemalî û biyanî ra vebûn.

Aniya ku di dîroka xwe da hemêza xwe ji 23 şaristaniyan ra vekir û lê mekanên dînî yên wekî mizgeft, dêr û katedral û her wisa berhemên dîrokî û çandî hene, giringiyeke wê ye din heye ku ew jî deriyê ewil ê Anadoluyê ye ku li Kafkasan vedibe.

Bajarê antîk ê ku li ser 85 hektarî ava bûye û ji gelek şaristaniyan ra bûye landik, ekîbeke 35 kesî niha xebatên kolana şûnwarên dîrokî didomînin.

Berhemên di kolanan da tên dîtin tên qeydkirin

Berhemên dîrokî û kevirên teswîrên şêran li ser ên ku di kolanên li Şûnwarên Qedîm Aniyê da hatin dîtin li Midûriyeta Muzeya Qersê tên nîşandan.

Midûrê Muzeya Qersê Yavuz Çetin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku Anî şûnwarê qedîm ê herî mezin ê Rojhilatê Anadoluyê ye.

Çetin destnîşan kir ku Anî di Çaxa Navîn da navendeke giring a bazirganiyê ya li ser Rêya Hevrêşimê bû û wiha dewam kir:

"Anî her wisa di dîrokê da ji gelek şaristaniyan ra bûye landik. Li vir mirov dikare şopa van şaristaniyan bibîne. Ateşgedeyên Persan, katedral û dêrên Xirîstiyanan, Mizgefta Tirkan a ewil a Anadoluyê ya Misilmanan li vir in. Anî bi van taybetiyên xwe va sala 2016an li Lîsteya Kelepora Cihanê UNESCOyê hat zêdekirin. Ev yek hem ji bo Qersê û hem jî ji bo Şûnwarê Qedîm Aniyê pir giring e. Piştî ku Anî li lîsteya UNESCOyê zêde bû, hejmara ziyaretvanên me jî zêde bû."

Çetin her wisa bal kişand ku kolanên ewil ên arkeolojîk li Aniyê ji hêla Nîkolay Marê Ûris sala 1894an hatibû destpêkirin ku heya sala 1916an dewam kiribû.

Çetin her wiha got, kevirên teswîrên şêran li ser ên di kolanan da hatin dîtin, li muzeyê tên nîşandan û wiha got, "Li muzeya me li qada nimayîşkirinê 6 rolyefên şêran hene. Pêşangeha me timî li vir e. Yên dixwazin bibînin her wext dikarin werin. Em li bendê ne ku herkes were ziyareta muzeya me."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE