Şaredariya Bitlisê ji bo ku berhemên dîrokî yên li bajêr balê bikşînin, xebat dabû destpêkirin. Di wê xebatê de berhemên bajêr bi ronahiyê hatin xemilandin.
Keleha 7 hezar salî… Berhemên dîrokî… Kûçe û kolan… Hemû bi ronahiyê hatin xemilandin.
Şaredariya Bitlisê hewl dide ku berhemên dîrokî zêdetir dîqatê bikşîne.
Belediyê avahiyên tarixî, kûçe û kolanên bajêr bi ronahiyê xemilandin.
Bajar bi saya van xebatan şevê xweştir xuya dike.