Berhemên dîrokî yên li Hasankeyfê

Xebatên barkirina berhemên dîrokî dewam dikin...

Berhemên dîrokî yên li Hasankeyfê

Li Heskîfê Berhemên dîrokî yek bi yek tên barkirin cihên xwe yên nû. heta niha 3 berhem ji cihên xwe hatin barkirin. niha jî dor hat keleha heskîfê.

Li Heskîfa Batmanê çêkirina Bendava İlisûyê bi lezûbez berdewam dike. Li aliyekî bajarê nû tê avakirin, li aliyê din jî berhemên dîrokî tên barkirin.

Heta niha Tirba Zeynel Beg, Hemama Artûqiyan û Medreseya Mela Evdila bi wesayîtên taybet û profesyonel hatin barkirin Heskîfa nû.

Niha jî beşa ewil a Deriyê Navîn ê Keleha Heskîfê tê barkirin.

Giraniya Keleha Heskîfê bi temamî 400 ton e. Deriyê Navîn yê Kelhê jî 120 ton e. Kelh wê di 3 caran de û di hefteyekê de were barkirin.

Midûrê Herêma 16. a DSİ’yê Ali Naci Kösali: m niha di projeya Bendava İlisûyê de şahidiya demeke dîrokî dikin. Me bi xebateke hesas beşa ewil a deriyê navîn ê Kelhê jêkir. Ev 2 rojin em li ser wê dixebitin. Em ê bi wesayida taybet di nav hefteyekê de bibin cihê wê yê nû.

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2018, 12:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE