Berhemên Karahantepeyê eleqeya li ser Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê zêde kir

"Li Karahantepeyê xebatan 3 sal berê dest pê kir ku di nav demeke wiha kin da anîna berheman a li muzeyê jî balkêş e."

Berhemên Karahantepeyê eleqeya li ser Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê zêde kir

 Li Şanliurfayê 28 berhemên 11 hezar salî yên ji Karahantepeyê hatin derxistin ji bo ziyareta welatiyan li Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê hatin pêşandan.

Salona Pêşangehê ya Karahantepeyê ya li Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ji hêla Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy va hat vekirin.

28 berhemên 11 hezar salî yên ji heyama neolîtîk yên piştî xebateke 3 salan ji Karahantepeyê hatine derxistin balê dikşînin.

- "Ziyaretvan diheyîrin"

Celal Uludagê Midûrê Muzeya Arkeolojiyê ya Şanliurfayê ji nûçegihanê AAyê ra got piştî van berhemên ji heyama neolîtîk eleqeya kesên arkeolojî û dîrokê hez dikin ji muzeyê ra zêde bû.

Uludag wiha axivî: "Li muzeya me ji bo niha 28 berhemên ji Karahantepeyê tên nîşandan. Di nav van da serê însanan û heywanan, tebeqeyên kevir û totem hene. Piştî nasandina Karahantepeyê vekirina pêşangehê bala ziyaretvanan kişand. Ziyaretvan dema berheman dibînin diheyîrin. Li Karahantepeyê xebatan 3 sal berê dest pê kir ku di nav demeke wiha kin da anîna berheman a li muzeyê jî balkêş e. Gelek ziyaretvan tên bajarê me ku ev yek li Gobeklîtepeyê jî tê dîtin. Ziyaretvanên nikarin herin Karahantepeyê dikarin bi saya vê pêşangehê der barê vir da têra xwe agahiyan hîn binin."

- Gelek ziyaretvan tên muzeyê

Îlknur Esera hatiye ziyareta muzeyê got ew cara duyem e tê Şanliurfayê û wiha axivî: "Salona Pêşangehê ya Karahantepeyê nû vebûye. Piştî Gobeklîtepeyê Karahantepeyê jî bala me kişand. Li Karahantepeyê berhemên nûjentir hene ku em hêvî dikin ev der zûtir vebe û em herin bibînin."

Serhat Yildiz jî got dema wî berhemên Karahantepeyê bihîstiye wî meraq kiriye û wiha axivî: "Em çûn Gobeklîtepeyê ku gelek kêfa me hat, berhemên balkêş hene. Ji bo cihên hê raza wan zêde ye bên dîtin li herêmê xebat dewam dikin, înşallah ew zûtir bên dîtin. Vekirina Karahantepeyê ya ji bo ziyareta gel wê baş bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE