Berhemên li Diyarbekirê li ser birca dîrokî derketin holê

Avahiyên qaçax ên li dor û berê Birca Nûrê ya di nav bedenên Diyarbekirê da hatin hilweşandin û kîtabeyek û çaviyên veşartî mabûn derketin holê.

Berhemên li Diyarbekirê li ser birca dîrokî derketin holê

Ji bo restorekirina bedenên Diyarbekirê yên dîrokî ku mîrata dinyayê ne xanî û avahiyên qaçax ên dor û berê Birca Nûrê hatin hilweşandin û li ser bircê kîtabeyeke li serê "La îlahe îllallah Muhemmed Resulullah" û li pêş û kêlake bircê jî du çaviyên dişibin qalikê îstîrîdyeyê derketin holê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di 10 Tebaxê da ji bo bircên Ben û Sen, Yedîkardeş, Selçûklu û Nûrê yên di bedena Diyarbekirê da ku li serê kîtabe û neqşên heywanan hene bên restorekirin îhaleyek dabû û di çarçoveya îhaleyê da xebatên restorekirinê didomin.

Di çarçoveya xebatan da piranî jê bê tapo ku li ber bedenê hatine çêkirin û di nav qada divê bê parastin da diman 41 xanî hatin hilweşandin.

Xaniyên li ber Birca Nûrê piştî ku hatin hilweşandin kîtabeyeke li serê "La îlahe îllallah Muhemmed Resulullah" û li pêş û kêlake bircê jî ser stûnên biçûk du çaviyên dişibin qalikê îstîrîdyeyê derketin holê.

Midûrê Bîrdarî û Roloveyê ya Diyarbekirê Cemîl Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku birca bi navê Melîkşah jî tê zanîn û li ser bedena Diyarbekirê ye ji ber avahiyên qaçax ên li pêş hatibûn çêkirin nedihat dîtin.

Koç destnîşan kir ji ber wêneyên bircê ku Albert Gabriel di salên 1930yî kişandibû wan zanibû li ser bircê kîtabe û çavî hene û bi hilweşandina xaniyên qaçax va ew derketin holê.

- Birca Nûrê

Li ser telîmata Melîkşahê hikûmdarê Selçûqiyan birc di sala 1089an da hat çêkirin û li ser gelek neqş hene.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE