Berhemên tarîxî hatin barkirin

Piraniya berhemên li Heskîfa Batmanê hatin barkirin

Berhemên tarîxî hatin barkirin

Piraniya projeyên li Heskîfa Batmanê temam bûn. ji bo heskîfiyên ku xaniyên wan di bin avê de man, malên nû hatin çêkirin. Xelkê Heskîfê mifteyên malên xwe yên nû girtin.

Hin deverên Heskîfê ketin ber bendava Ilisûyê. Xebatên li vir hema bêje qediyan.

Ji bo di bin avê de nemînin, berhemên dîrokî hatin barkirin cihekî din.

Midûrê 16. Herêma DSİ’yê Ali Naci Kösali : “Me tirba zeynel begê bar kir. her wiha ji bilî barkirinê me medreseya îmam evdila, mizgeftên ortakapi û kizlarê jî restore kirin.

Ew berhemên ku îmkana barkirina wan tune bû jî tên mihafezekirin.

Ji bo Heskîfiyên ku xaniyên wan di bin avê de man jî bajarekî nû ava bû.

Tê de 154 kargeh, 757 xanî û 118 lojman hatin çêkirin.

Mifteyên wan ket destê xwediyên wan.

Bajarê nû, li gorî mîmariya herêmê hat avakirin.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE