Berhevkirina gûzan dest pê kir

Li gorî texmînê îsal li bajêr wê bi qasî 5 hezar ton gûz bê berhevkirin

Berhevkirina gûzan dest pê kir

Li Bitlisê, berhevkriin û komkirina gûzan dest pê kir. Li gorî midûriya çandinî û daristanan a Bitlisê, îsal wê bi qasî 5 hezar ton gûz bê rakirin. Tê payîn, ji vê jî wê bi qasî 150 milyon lîre bê qezenckirin.

Cotkarên Bitlisê dest bi berhevkirin û komkirina gûzan kirin.

Îsal hilberîneke zêde heye, ji bo vê jî kêfa cotkarên herêmê li cih e.

Li gorî agahiyan, îsal wê bi qasî 5 hezar ton gûz bê berhevkirin.

Ev jî ji bo aboriya bajêr reqemeke gelek baş e.

Midûrê Çandinî û Daristanan Rifat Çelik dibêje: “Gûzê herêma me, ji Çînê bigirin heta Emerîkayê li gelek welatan tê firotin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE