Berhevkirina mişmişan dest pê kir

Cotkarên Malatyayî li baxçeyan mişmişan kom dikin

Berhevkirina mişmişan dest pê kir

Li paytextê mişmişan Malatyayê wextê berhevkirina mişmişan e. Cotkar daran dadiweşînin û mişmişên xwe davêjin îslimê. Ji ber ku îsal mişmiş hindik in li bazaran kîloya mişmişan bi 10 lîreyan tê firotin.

Zêrên Malatyayê ji daran mîna baranê dikevin erdê.

Li Turkiyeyê 17 milyon darên mişmişan hene û ji van 8 milyon li Malatyayê ne.

Her sal di meha tîrmehê da kelecan û tevgerdariya berhevkirina mişmişan dest pê dike.

Ji bo komkirina mişmişan ji bajarê Amed, Semsûr û Rihayê nêzî 30 hezar karker berê xwe didin Malatyayê.

Mişmiş ji bo Malatyayê mîna zêr bi qîymet in. Lewra 50 hezar malbat debara xwe pê dikin.

Lê belê mişmiş bi ked û zehmeteke mezin tên ser sifreyê.

Mişmişên ku ji daran tên komkirin ji bo hişk bibin tên raxistin ber tavê..

Cotkar Mehmet Şimşek: Mişmişên Meletiyê tama devê dinyayê xweş dike. Par li 110 welatan 100 hezar ton mişmişên hişk hatin îxraçkirin. Bi saya mişmişan îxracata Tirkiyeyê 254 milyon dolar zêde bû.

Cotkar Mahmut Yavaş: Di pêvajoya koronayê de bihayê mişmişan jî zêde bû. Li bazarê kîloya mişmişan bi 10 lîrayan tê firotin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE