Beriya 34 salan PKK’ê ew qetil kirin

10 kesên ku bi destê rêxistina terorî hatibûn kuştin bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Beriya 34 salan PKK’ê ew qetil kirin

Li Midyatê beriya 34 salan, li gundê Portiyê bi destê rêxistina terorî PKK’ê 6 ji wan zarok, 10 kes hatibûn qetilkirin. Li gund bi beşdariya qeymeqamê Midyatê merasîma bibîranînê hat kirin.

Li mezrika Gundê Portiyê yê Midyatê beriya 34 salan 10 kes hatin kuştin.

Rêxistina terorî PKK’ê di 23ê Çileya 1987an de, 6 ji wan zarok 11 kes bi guleyan qetl kirin.

Ji bo bibîranîna cangoriyan bi beşdariya rayedaran merasîm hat kirin.

Qeymeqam û gelek rayedarên din ên bajêr beşdarî bîranînê bûn.

Qûran hat xwendin û dia hatin kirin.

Ji ser komkujiyê herçiqas gelek sal derbas bibe jî bi êşa xwe teze ye.

Malbata şehîdan lenet li terorê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE