Beriya cejnê 500 zarok kêfxweş bûn

Xwedanxêra Derikî li zarokan cil û berg belav kirin

Beriya cejnê 500 zarok kêfxweş bûn

500 zarokên sêwî û hewcedar beriya cejna qurbanê kêfxweş bûn. xwedanxêr Asil Ateşa ku li dêrika Mêrdînê dijî, beriya her cejnê, dîsa kêfa zarokan anî. ateşê ji bo zarokên sêwî û hewcedar ên dêrikî cil û bergên eydaniyê belav kir û bi wan re xwarin xwar.

Beriya her cejnê kêfa zarokên sêwî û hewcedar dianî.

Dîsa heman tişt kir û zarokên navçeyê li derdora xwe kom kirin.

Asil Ateşa 26 salî ku li Dêrika Mêrdînê dijî, ji bo 500 zarokên sêwî û hewcedar bernameyeke alîkariyê li dar xist.

Di bernameyê de li 500 zarokî cil û berg belav kirin.

Ateşa xwedanxêr, piştî belavkirina diyariyan, bi zarokan re xwarin xwar û bi wan re wext derbas kir.

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:52
Şîrove Bike
ŞÎROVE
hüseyin
hüseyin - 3 ay Berî

Serkevtîn be Her bijî

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE