Li tevahiya welêt tevdîrên trafîqê hatin zêdekirin da ku welatî di betlaneya Eyda Qurbanê da bi awayekî ewletir biçin û bên.
Li gorî giştînameya ku Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyên 81 parêzgehan ra şand, ji bo betlaneya 9 rojan bi awayekî aram û ewle derbas bibe, di navbera 14-26ê Tîrmehê da 120 hezar û 372 ekîp/tîm û 226 hezar û 586 personel dê peywirê bikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên trafîqê li ciyên diyarkirî yên bajaran bênavber kontrolên xwe didomînin.
Ekîb li van deran belgeyên wesayît û ajokaran kontrol dikin û her wisa ajokaran hişyar dikin ku kembera xwe girê bidin, têlefona mobîl bi kar neynin û bilez neçin.
AA