Sir û sermaya zivistanê hat û hewa ji nişka ve sar bû. Hosteyên wesaîdan hişyar dikin û dibêjin divê xwediyên wesaîdan hej serma tam nehatiye wesaîdên xwe bidin kontrolkirin.
Ji bo serê mirov neêşe û trafîk nekeve zehmetê divê beriya zivistanê wesaîd bên kontrolkirin.
Venêrîna zivistanê kontrola antifîrîzê, tekerekên zivistanê, fîltreyên hewayê û kontrola rûn û balatayan e.
Welatî ji bo erebeyên xwe ji sir û sermaya hişk a zivistanê biparêzin berê xwe didin hosteyan.
Li sanayiyan doreke dirêj a wesayîtan heye.
Hoste hişyariya venêrînê didin.
Beriya zivistanê bi taybetî divê gaza klîmayê jî bê kontrolkirin.
Bi saya venêrînan performansa wesayîtan jî bilind dibe û tasarrufa sotemeniyê çêdibe.