Karsazên Siirtî tesîseke veqetandina çopê vekirin. Li bajêr, hemû çop ji nû ve tên bikaranîn. Li tesîsê 45 xebatkar dixebitin û rojê 7 ton bermayiyan ji hev vediqetînin.
Kaxiz, qarton, naylon û bermayiyên plastîk…
Berê hemû çop dihatin avêtin. An li çolterê dihatin binaxkirin an jî dihatin şewitandin.
Niha hemû bermayî û çop li tesîsên veguherînê ji bo cardin bên bikaranîn tên komkirin.
Li Siirtê jî bi piştgiriya Ajansa Pêşxistinê ya Dicleyê tesîsa veqetandina bermayiyan hat vekirin.
Ji bo dîsa werin bikaranîn bermayî tên şandin febrîqayan.
Bi saya vê veguherînê him xweza qirêj nabe him jî ekonomiya herêmê bi pêş dikeve.