Bermîla nefta brent bi 106,37 dolarî ye

Bermîla nefta brent duh derket 108,31 dolarî û dû ra bi 104,97 dolarî roj temam kir.

Bermîla nefta brent bi 106,37 dolarî ye

Bermîla nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 106,37 dolarî tê firotan. 

Bermîla nefta brent duh derket 108,31 dolarî û dû ra bi 104,97 dolarî roj temam kir. Bermîla nefta brent îro ji saet 09.20an pê va ji sedî 1,33 zêde bû û bû 106,37 dolarî. Di heman demê da bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 103,62 dolarî hat firotin.

Daxuyaniya duh a Yekîtiya Ewropayê ya ku ew plan dikin li dijî Rûsyayê mueyîdeyên nû bisepînin, bi kêrî bilindbûna bihayan hat. Tê pêşbînîkirin, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen dê hûrgiliyên mueyîdeyên navborî îro ragihîne.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 106,45 û 106,66 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 105,96 û 105,61 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE