Bermîla petrola brent li piyaseyên navneteweyî bi 36,27 dolarî tê firotin.
Bermîla petrola brent duh derket 35,97 dolarî û dû ra bi 35,53 dolarî roj temam kir. Bermîla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.10î pê va li gor duh ji sedî 2,08 zêde bû û derket 36,27 dolarî.
Di heman demê da bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 34,47 dolarî hat firotin.
Hat ragihandin ku ji 5 tankerên Îranê şandibû Venezuelayê ya duduyan jî gihîşt welêt.
Wekî mayîn hat ragihandin ku Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê li ser ewlehiya Iraqê û daketina bihayê petrolê axivîn.
AA