"Bernameya 75emîn Salyada Sirgûna Tirkên Axisxayê"

"Yên ku dersa demokrasî û hiqûqê didine me, li ser xaliya sor pêşwazî li dîktatorên xwînrêjên deh hezar mirovî û serkirdeyên terorê kirin"

"Bernameya 75emîn Salyada Sirgûna Tirkên Axisxayê"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê dana Xelata Nobelê ya Edebiyatê bo Peter Handke got, "Em bangawaziyê li hemî kesên xwedan eqil, îzan û wijdan dikin ku bertekê nîşanî vê karesatê bidin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel a Beştepeyê di "Bernameya 75emîn Salyada Sirgûna Tirkên Axisxayê" de axivî.

Serokomar Erdogan got, "Layiqdîtina kesekî ku pesindarî û berevaniya qatilekî ku xwîna bi deh hezaran misulmanî rijandiye dike, bo vê xelatê cihê şermê ye, hetîketî ye."

Erdogan herwiha got, "Yên ku dersa demokrasî û hiqûqê didine me, li ser xaliya sor pêşwazî li dîktatorên xwînrêjên deh hezar mirovî û serkirdeyên terorê kirin. Çimkî derdekî wan a weke berevaniya heq, hiqûq, edalet û nirxên mirovî tune ye. Bi dana xelata Nobelê ya edebiyatê bo faşîstekî ku qirkirina Bosnayê înkar dike, dubare nîşan dan ku hesasiyeteke wan wisa tune ye. Ev xelat tenê wê cesaretê bide neyarên Îslamê û Misilmanan. Em bangawaziyê li hemî kesên xwedan eqil, îzan û wijdan dikin ku bertekê nîşanî vê karesatê bidin."

Erdogan got, "Yên ku biçûktirîn bûyereke ku di rabirdûyê de li welatê me qewimiye, ji rewrewka wê derdixin û dikin kampanyayeke kurewî ya reşkirinê, li hember Tirkên Axisxayê kerr û lal dimînin."

Serokomar Erdogan: "Di halê hazir de derdora 550 hezar Tirkên Axisxayê ji welatê xwe dûr in. Beşeke van xwîşk û birayên me berî nuha bi 75 salî neçar man ku mala xwe terk bikin û nuha micadelaya wê yekê didin ku vegerin mala xwe."

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE