Bernameya "Hevdîtina Demokrasiyê" ya li Sêrtê

Serok Erdogan di bernameya "Hevdîtina Demokrasiyê" de ya ku li Sêrtê beşdarî bûbû axivî

Bernameya "Hevdîtina Demokrasiyê" ya li Sêrtê

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Li welatê me çawa ku me hemî welatiyên xwe gihandin maf û azadiyên herî berfireh, înşelle di warê aboriyê de jî, jibîr nekin, emê bi bernameya xwe ya nû ya li ser veberhênan, îstixdam, berhemanîn, îxracat, geşeyê de, refahê berfireh bikin."

Dîmenên bernameya "Hevdîtina Demokrasiyê" ya ku Serokomar Erdogan digel hevjîna xwe Emîne Erdoganê li Sêrtê beşdarî bûbûn hatin parvekirin.

Serokomar Erdogan di bernameya navborî de wisa dest bi axaftinê kir:

"Minare tivingên ên xincerî, qubbe mîxfer, camî qişle, mumîn esker in. Erd û asîman biqelişin, bahoz li me rabin, volqan bi ser me de birijin, ti tişt nikare me bihelîne. Em ew in ku bi îmana bavûkalên xwe şanaz in, ewan ti caran li hember tiştên tirsnak çok danenîne. Ya ku ji Malazgirta tapoya Anadoluyê, deriyên serfiraziyan heta Çanakkaleyê, ecdadê me ji serkeftinekê birin serkeftinekê, eha ev yekîtî û bihevreyî bû."

Erdogan destnîşan kir ku Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylu mizgênî dayiyê û wiha got, "Malûme ev terorîst di şikeftekê de hatin tengavkirin, 7 terorîst li wê derê hatin hel kirin, herwiha 2 terorîstên din, hejmar bû 9. Ewê birevin emê têkevin pey wan, dûr ya nêzîk heta em koka wan neqelînin, înşelle emê nesekinin. Her çiqas Kemal beg li bi nûnerên wan ên li parlementoyê re, dest bi dest, mil bi mil, ji Enqereyê dimeşe Stenbolê jî, ewê wezîfeya xwe bikin, emê ya xwe. Gelê min înşelle dê heqê wan bide."

Serokomar bibîr xist ku ew zavayê Sêrtiyan e û destnîşan kir ku Sêrtê hingî û ya îro ne yek in, pirê gelê Sêrtê koç kiriye û wiha got, "Çima? Ji ber terorê. Dest ji axa xwe berdan û koçî Stenbolê, Îzmîr û Enqereyê kirin. Ewên ku jiyan li wan kirin zîndan îro hesabê vê yekê didin û wê her bidin. Em bi ser wan de diçin, û emê biçin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE