Bernameya Mevlûda Pîroz

Diyarbekiriyan li qada newrozê rojbûna Hz. Mihemed pîroz kirin

Bernameya Mevlûda Pîroz

Li bajarê qedîm 13 sal e ku ji bo hezretî Mihemmed bernameya mewlûdê tê lidarxistin.

Mewlûda pîroz ji aliyê Platforma Evîndarên Pêxember ve hat organîzekirin.

Amedî li qada newrozê kom bûn û bi coşek mezin hezkirina xwe ya ji bo Hezretî Mihemmed nîşandan.

Ji xeynî Serokê Giştî yê Huda Parê Îshak Sağlam; ji İraq, Îran, Filîstîn, Bosna Hersek, Suriye û welatên ewrupa gelek alim, ruspî û endamên sazîyên civakî yên sivîl beşdarî bernameyê bûn.

Çalakî bi navê; ‘Fêmkirina Hz. Mihemmed û Şopandina Sunneta wî’ hat tertîpkirin.

Bernameya mewlûda pîroz bi tilaweta Qur’anê dest pê kir.

Gelê Amedê bi xwendina mewlûda şerîf a kurdî şad bû.

Ji bilî Yasin Boru û hevalên wî misilmanên ku li Zelendaya Nû hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

Selavat hatin kişandin û bi Kurdî, Tirkî û Erebî qesîde hatin xwendin.

Daxwaz û dia ji bo yekîtî û aştiya ummetê bûn.

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE