Bernameya mewlûdê: Daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê

Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, ji şaredariyê ra serlêdan hat kirin ku 28ê nîsanê roja yekşemê di saet 13.00î da li Parka Newrozê bernameya "Fêmkirin û Tetbîqkirina Suneta Hezretî Pêxember" wê were lidarxistin. 

Bernameya mewlûdê: Daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hat ragihandin ku dibêjin Weqfa Sewdaliyên Pêxember wê roja yekşemê mewlûdê li dar bixe û ji bo mewlûdê daxwaza weqfê ya seba mewlûdê li qadê amadehî werin kirin û beşdarvan bi otobêsan bibin qadê nehatiye qebûlkirin, ne rast e.

Li gor daxuyaniya ku ji şaredariyê hat dayîn, ji şaredariyê ra serlêdan hat kirin ku 28ê nîsanê roja yekşemê di saet 13.00î da li Parka Newrozê bernameya "Fêmkirin û Tetbîqkirina Suneta Hezretî Pêxember" wê were lidarxistin. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nûçeyên hin dezgehên çapemeniyê da hat gotin ku serlêdan hat redkirin, lê ev nûçe ne rast in.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku beriya bernameyê ji bo ku li gozergahê bîdonên zibil werin valakirin, kevir û molozên derdorê werin rakirin, ji bo kontrola qadê zabite werin wezîfedarkirin, qerengehên seyar werin bicihkirin, gozergahên alternatîf werin kifşkirin û ji bonê seferên zêde werin danîn, plan hatin kirin û wiha hat gotin:

"Her çend yekeyên têkildar plana çalakiyê kiribin jî li ser medyaya civakî û di çapemeniya herêmî da berevajiyê vê hatiye gotin û xwestin îdraqeke siyasî çêkin. Xebatên ku hatin kirin û wê werin kirin, weke ku nehatine kirin dan nîşandan û xwestin Şaredariya Bajarê Mezin lekedar bikin."

Dîroka nûkirinê: 25 Nîsan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE