"Bernameya Salane ya Serokkomariyê di Rojnameya Fermî da ye

"Bernameya Salane ya Serokkomariyê ya Sala 2019an" di Rojnameya Fermî da hat weşandin, di bernameyê da li ser mijara aboriya Tirkiyeyê, pêşketin, îstixdam û vebehênanan hedefên sala 2019an hatin rêzkirin

"Bernameya Salane ya Serokkomariyê di Rojnameya Fermî da ye

Di bernameya ku Wezareta Xezîne û Darayiyê û Serokatiya Stratejî û Bedçeyê amade kir û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pesend kir da geşedan aboriya dinyayê û pîvanên bingehîn cih girtin. Di bernameyê da li ser mijara aboriya Tirkiyeyê, pêşketin, îstixdam û vebehênanan hedefên sala 2019an hatin rêzkirin.

Bernameya Salane ya Serokkomariyê bi tevahî ji 303 rûpelan pêk tê. Bi sernavên wek "Perwerde", "Tenduristî", "Edalet", "Ewlehî", "Maf û Azadiyên Bingehîn", "Saziyên Civata Sivîl", "Malbat û Jin", "Parastina Civatî", "Çand û Huner", "Îstixdam û Jiyana Xebatê", "Ewlehiya Civakî", "Spor", "Hilberîna Nûjenîxwaz, Pêşketina Biîstiqrar" va armanc û hedef hatin parvekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 13:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE