Dayikên li ber avahiya HDP’ê ev sed roj in zarokên xwe yên di destê rêxistina terorî de dixwazin. TRT Kurdiyê jî bi bernameyeke taybet a bi navê “berxwedana dayikan” ji Diyarbekirê dengê dayikan ragihand.
Hin ji wan hêj 13, hin ji wan jî hêj 15 salî bûn…
Rêxistina terorî PKK’ê ew xapandin û derxistin serê çiya.
Malbatên wan ciwanan dibêjin elaqeya HDP’ê jî bi vê heye û berxwedana xwe ya li ber avahiya HDP’ê ya Diyarbekirê didomînin.
TRT Kurdi ya ku her tim bû dengê van dayikan jî bi bernameyeke taybet a bi navê “Berxwedana Dayikan” malbat kirin mêvan.
Hin ji wan ji bo kurê xwe, hin ji wan ji bo keça xwe hin ji wa jî ji bo xwîşk û birayên xwe hatibûn.
Çîrokên wan cuda lê derd û kulên wan heman bûn.
Tenê li hêviyê ne rojekê bigihêjin zarok û xwîşk û birayên xwe.
Berxwedana dayikekê encam jî da û piştî vê çalakiyê gihaşt kurê xwe.