Bernameya taybet a Şeva Mewlûdê

Îşev di 19:00’an de li ser ekrana TRT Kurdiyê ye

Bernameya taybet a Şeva Mewlûdê

Îşev şeva Mewlûdê ye. Lewra qasidê Xwedê Hezretî Mihemmed îşev hatiye dinyayê. Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş, bi minasebeta şeva pîroz got: “ger peyamên wî baş bên fêmkırın wê hemû cîhan bigihêje aramî û hizûrê.” Her wiha îro di saet 7’ê êvarê de li ser ekranên TRT Kurdiyê ji bo Mewlûda Nebî bernameyeke taybet a zindî jî heye.

Îro, salvegera xwedêdana Hezretî Mihemmed e.

Ji bo vê jî wê li hemû mizgeftan bernameyên taybet bên lidarxistin.

Wê behsa qedr û qiymeta vê roja bimbarek bê kirin.

Şeva pîroz wê bi dia û îbadetê derbas bibe û pêxemberê me wê bi qesîdeyan bê yadkirin.

Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş jî ji bo vê roja taybet peyamek weşand û got: “Naverok û peyama Qur’ana pîroz bi saya suneta Hezretî Mihemmed çêtir tê fêmkirin.”

Erbaş,

Erbaş got: “heta suneta wî baş neyê fêmkirin, dînê me Îslam jî wê neyê fêmkirin.”

Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş ji bo aramî û aştiya cîhanê jî got: “Divê peyam û baweriya ku wî aniye baş bê fêmkirin, heger ev yek pêk bê wê li seranserê cîhanê aramî çêbe.”

TRT Kurdiyê jî ji bo vê şeva pîroz bernameyeke taybet amade kir.

Bernameya li Hîzana Bêdlîsê wê di saet 7’ê êvarê de bi awayekî zindî li ser ekranên TRT Kurdiyê be.

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2018, 15:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE