Serîlêdanên ji bo bernameya xwebata civakî îro dest pê dikin. Xwendekarên zanîngehan wê bi saya vê bernameyê pere jî qezenc bikin.Rojên ku xebitîne wê bikevin şûna sîgorteya wan û fêdeya wê wê ji bo teqawîdiyê jî hebe.
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçukê daxuyanî da.
Serîlêdanên ji bo Bernameya Xebata Civakî wê li ser înternetê li ser malpera İŞKUR’ê bên kirin.
Serê rojê ya bernameyê wê 67 lîre û 36 quriş bidin xwendekaran.
Ligel vê yekê ev rojên wan wê sîgorteya wan jî bê razandin û ev ê fêde bide teqawîdiya wan.
Bernameya Xebata Civakî wê di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de bê sepandin.
Bername wê her heftê 3 roj be.
Xwendekar wê her sal bikaribin 39 rojan û seranserê xwendinê jî 90 rojan beşdarî bernameyê bibin.