Serokatiya Dewletê ya Filistînê ragihand ku hemû berpirsiyariya rewşa xerab û rageşiya li Mescida Eqsayê, ya Îsraîlê ye.
Serokatiya Dewletê ya Filistînê daxuyaniya nivîskî da û hikûmeta Îsraîlê hişyar kir ku polîtîkayên xwe yên zextê û keyfî nedomîne, hêrsa gel neyne.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hemû berpirsiyariya rewşa xerab û rageşiya li Mescida Eqsayê, ya Îsraîlê ye."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hikûmeta Îsraîlê plan dike ku Mescida Eqsayê bi temamî dest bixe û bang hat kirin ku pêşî li ber planên perçekirina Eqsayê were girtin.
Midûrê Weqfa Mescida Eqsayê Şêx Omer el-Kiswanî duh daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku polêsên Îsraîlê êrîşî misilmanên Harema Şerîfê û wezîfedarên weqfê kir û li wan xist û gelek Filistînî binçav kirin.AA