Berpirsa payebilind a DHKP/Cê hat qefaltin

Seval Yapraka endama DHKP/Cya rêxistina terorê ya ku navê wê di lîsteya terorîstên lê digerin da di kategoriya "gewr" da bû li Kirklareliyê hat qefaltin.

Berpirsa payebilind a DHKP/Cê hat qefaltin

Ji payebilindên DHKP/Cya rêxistina terorê Seval Yaprak a ku navê wê di "kategoriya qewr" a nav lîsteya terorîstên lê digerin da cih digirt li Kirklareliyê hat qefaltin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê li ser îstixbarata ku Seval Yaprak a endama DHKP/Cya rêxistina terorê wê çalakiyeke bibandor lidar bixe, dest bi xebatê kirin.

Hêzên ewlehiyê li cihên ku îhtimal heye Yaprak lê çalakiyê lidarbixe xebat û kontrolên xwe zêdekirin, di encamê da jinikeke ji bo neyê naskirin şalpe avêtibû serê xwe û wesayîta bi plakeya 06 YJY 97an ber bi Edîrneyê va diajot tespîtkiri û ew şopandin.

Hêzên ewlehiyê dema ku wesayît li îstasyoneke sotemeniyê ya ser Babaeskiya navçeya Kirklareliyê sekinî dest bi operasyonê kirin. Di encama operasyonê da Yaprak û kesekî ku ji ber sûcê revandina mirovan qeyda wî heye hatin qefaltin.

Di kontrolkirina wesayîtê da gelek amûrên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.

Li gor agahiyên ber dest Yaprak berpirsa yekîtiya propagandaya çekan û qada îllegal a rêxistina terorê bû û piştî ku fehm kir wê bê qefaltin ji bo bireve derveyê welêt wê berê xwe da Edîrneyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE