"Berteka ewil Tirkiyeyê nîşan da"

Çavuşoglu li Aksuya Antalyayê di mitîngê da axivî û got di nav 5 salan da gelek xizmet hatine kirin û pirsgirêkên cidî hatine çareserkirin.

"Berteka ewil Tirkiyeyê nîşan da"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Li hemberî wê belgeya ku Serokê Amerîkayê îmze kir û Girên Golanê ya Sûriyeyê wek axa Îsraîla dagirker nas dike ji welatên Ereb ên li herêmê tu dengek derket? Berteka ewil kî nîşan da? Tirkiyeyê nîşan da. Yekîtiya Ewropayê jî bertekê nîşan dide, lê hin welatên Ereb ji tirsa Amerîka û Îsraîlê dengê xwe dernaxin."

Çavuşoglu li Aksuya Antalyayê di mitîngê da axivî û got di nav 5 salan da gelek xizmet hatine kirin û pirsgirêkên cidî hatine çareserkirin.

Wezîr Çavuşoglu got ji bilî namzedên Îtifaqa Cumhûr namzedên partiyên din fikrên xwe yên der barê bajaran da, xizmetên ku divê ji bo bajêr bikin da naaxivin, ew behsa mijarên gelempêrî dikin.

Çavuşoglu piştgirî da Şaredarê Şaredariya Mezin a Antalyayê Menderes Turelê namzedê Îtifaqa Cumhûr e û got ew bi 359 projeyan va derketiye li pêş gel.

Der barê partiyên muxalif da jî Çavuşoglu got wan bi rêxistinên terorê ra îtifaq kirine û wiha axivî: "Hinek dibêjin pirsgirêka beqayê heye? Ji bo hinekan dibe ku pirsgirêka beqayê tunebe. Terorîstê ku li Zelanya Nû êrîş kir heke Osmanî, Tirkiye, Recep Tayyîp Erdogan kiribe hedef ew hişmendî ne tenê ye, pirsgirêka beqayê heye. Heke FETO îro çalakiyên xwe dide dewamkirin, li ser sînorên me rêxistinên terorê hebin ev beqa nîne çi ye?"

"Berteka ewil Tirkiyeyê nîşan da"

Wezîr Çavuşoglu got li ku mezlûm hebin Tirkiye li cem wan e û wiha behsa mijara Girên Golanê kir: "Li hemberî wê belgeya ku Serokê Amerîkayê îmze kir û Girên Golanê ya Sûriyeyê wek axa Îsraîla dagirker nas dike ji welatên Ereb ên li herêmê tu dengek derket? Berteka ewil kî nîşan da? Tirkiyeyê nîşan da. Yekîtiya Ewropayê jî bertekê nîşan dide, lê hin welatên Ereb ji tirsa Amerîka û Îsraîlê dengê xwe dernaxin. Evê doza umetê xwedî derkevin? Ma ev dikarin xwedî li dozên me yên pîroz derkevin? Ez ji bo hemû welatên Ereban nabêjim, hinek tên gilî û gazinan dikin. Ez ji bo Urdun û Qeterê nabêjim. Yên ku qesda min ew e welatên Ereb yên li Qudsê li hemberî dagirkeriya Îsraîlê dengê xwe ji Amerîkayê ra dernaxin, ji hamiyê Qudsê Urdunê, ji Serokê Dewleta Filistînê Abbas da û ji rêvebiriya Filistînê ra dibêjin 'hûn jî zêde dengê xwe dernexin, em nikarin li hember Amerîkayê, li hemberî Îsraîlê li ber xwe bidin."

Çavuşoglu got kes dengê xwe dernexe jî Recep Tayyîp Erdogan û hevalên wî, Devlet Bahçelî û hevalên wî, Îtifaqa Cumhûr wê dengê xwe her tim bilind bike.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE