Şaxên Egîtîm-Bîr-Senê yên Bîngol, Elazix û Batmanê bertek nîşanî biryara Daîreya 8em a Şûraya Dewletê da ku di dibistanan da hukmê xwendina "Sonda Xwendekaran" rakir, betal kir.
Serokê Şaxa Bîngolê ya Egîtîm-Bîr-Senê Yunus Kava li avahiya sendîkayê daxuyanî da û bi bîr xist ku li ser bendewariya piraniya civakê Sonda Xwendekaran hat rakirin û ji bo sivîlbûnê gaveke girîng hat avêtin.
Kava diyar kir ku Şêwra Dewletê bi biryara betalkirinê ya rakirina Sonda Xwendekaran va rêgezên gerdûnî yên hiqûqê binpê kir û derbeyeke mezin li yekîtiya civatê xist.
Batman
Serokê Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Bîr-Senê Mehmet Ergîn daxuyanî da û got ku ew vê biryarê rast nabînin û bangî Birêz Serokomar û Wezareta Perwerdeya Neteweyî dikin ku pişta vê biryara xwe ya ku di 2013an da dan, bisekinin.
Mardîn
Serokê Şaxa Mêrdînê ya Egîtîm-Bîr-Senê Eyyup Deger li avahiya sendîqayê daxuyanî da û bertek nîşanî biryarê da.
Deger diyar kir, ev biryar dide nîşan ku mensûbên darazê gav û destkeftiyên qada mafên mirovan û demokrasiyê hezim nekirine.
Elezîz
Serokê Şaxa 1em a Egîtîm-Bîr-Senê Îbrahîm Bahşî li avahiya sendîqayê daxuyanî da û diyar kir, ev biryara îdeolojîk a ku Şêwra Dewletê da, li dijî aştiya civakî û îradeya siyasî hewlek e, di vê mijarê da berpirsiyarî ya îradeya siyasî ye.